Amerîkayê berpirsekî DAISê xist lîsteya cezayan: ‘Ji Tirkiyê pere disandin Afganistanê’
24 mijdar 2021 00:40
PeyamaKurd - Amerîkayê yek ji berpirsên baskê DAIŞê li Afganistanê DAIŞ-Xorasan Îsmetullah Xalozayî, xist nava lîsteya dorpêçan.
Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand, berpirsê DAIŞê li Afganistanê Xalozayî navbênkariya fînansên navneteweyî kiriye û daye zanîn: “Ji bo payebilindên DAIŞê bi gelek erkan rabûye. Bi taybet jî di mijara xebatên darayî de.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Xalozayî 2 sal in ji Tirkiyê bi rêya sîstema hewaleyan, pere ji bo DAIŞa Afganistanê re dişandin.
Herwiha Îsmetullah Xalozayî çekdarên biyanî jî dişandin Afganistan û derdora wê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Amerîkayê 3 berpirsên ewlehiya Îranê xiste lîsteya res
27 adr 2025
Cîhan
Li Amerîkayê civîneke taybet ji bo tawanên DAISê hat lidarxistin
11 hzr 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin