Amerîkayê 4 trîlyon dolar budçe ji bo vîrusa korona terxan kir
PeyamaKurd – Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Steven Mnuchin, ragihand ku dê rêveberiya Trump ji bo aboriya welat zirarê nebîne, 4 trîlyon dolaran terxan bike.
Mnuchin got: "Ji bo aborî ji nexweşîna koronavîrusê zirarê nebîne, emê ji kompaniyan re 4 trîlyon dolaran terxan bikin.”
Mnuchin da xuyakirin ku ew dê 4 trîlyon dolaran ji kompaniyên piçûk bigirin heta yên mezin, di nav 90 û 120 rojan de belav bikin.
Piştî ragihandina amarên dawî yên li seranser dinyayê, Amerîka di hejmara tûşbûyên vîrusa korona de bi hejmara derbaskirina 30 hezar kesan, bû welatê sêyemîn piştî Çîn û Îtalyayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin