Amerîkayê 300 lesker ji Rojava kisand, 2 hezar jî vegerand...
PeyamaKurd – Piştî bi fermana Serokê Amerîka Donald Trump, 300 leşker ji Rojavayê Kurdistanê hatin vekişandin, ji destpêka meha Mijdarê ve 2 hezar leşkerên Amerîkî vegeriyan Rojava.
Li gorî zanyariyan Amerîkayê li pey êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava ji 6 baregehên xwe 300 leşkeran vekişandibûn. Niha ji serê meha Mijdarê ve 2 hezar leşkerên Amerîkî ji nû ve li 6 baregehan û 22 xalan hatin bicihkirin.
Herwiha li Dêrazorê jî 2 baregehên din ên Amerîkayê hatin avakirin û hebûna Amerîka ya li Hesekê, Reqa û Kobaniyê jî berdewam e.
Hat zanîn ku ji xeta Reqa-Dêrazorê heta Hesekê û sînorê Tirkiyê li tevahiya herêmên petrolê hêzên Amerîkî hatine bicihkirin û Pentagon ji nû ve vegeriyaye baregehên xwe yên li Sirrin, Reqa û Cezîrê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin