Amerîkayê 3 kesên sîxurtî ji Îmaratê re dikir ji kar avêt

27 tebax 2022 12:31
Amerîkayê 3 kesên sîxurtî ji Îmaratê re dikir ji kar avêt

PeyamaKurd – Amerîkayê 3 kesên di îstîxbarata Amerîkayê de kar dikirin, bi tohmeta sîxurtî ji bo Îmaratê kirine ji kar avêt.

Çapemeniya Amerîkayê diyar kir, 3 endamên berê yên îstîxbarata Amerîkayê ku sala derbasbûyî hatibûn girtin û li xwe mukir hatine ku, sîxurî ji bo Îmaratê kirine, ji kar hatine avêtin.

Herwiha çapemeniya Amerîkî eşkere kir, tevahiya dezgehên fermî yên hikûmeta Amerîkayê, têkiliyên xwe li gel ev her sê kesên han bi temamî rawestandine ji ber ku, ev her sê endamên berê yên îstîxbarata Amerîkayê, derbarê welatên din, çalakvanên mafên mirovan û çekên pêşkeftî de, sîxurî ji bo Îmaratê kirine.