Amerîkayê li Okyanûsa Pasîfîkê li kestiyekê da
05 berfanbar 2025 15:55
PeyamaKurd – Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê operasyoneke asmanî li dijî keştiyekê pêk aniye û di encamê de 4 kes hatine kuştin.
Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) têkildarî bûyerê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, keştiya ku roja Pêncşemê hat lêdan, ji aliyê rêxistineke terorîst ve li avên navneteweyî dihat bikaranîn.
Rayedarên leşkerî destnîşan kirin ku îstixbarata Amerîkayê piştrast kiriye ku keştî li ser rêyeke naskirî ya qaçaxçîtiyê tevgeriyaye û barê wê madeyên hişber ên neqanûnî bûye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca vê êrîşê astengkirina torên qaçaxçîtiyê yên rêxistinên terorîst e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Çîn û Amerîkayê pêngava Asya-Pasîfîkê…
29 îln 2023
Tenduristî
Roketa Çînê ket Okyanûsa Pasîfîkê û tirsa dinyayê sikest
05 mjd 2022
Cîhan
Sûdanî serdana Eyn el-Esed a Amerîkayê vala kiriye kir
21 rbn 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin