Amerîka: Xameneyî birîndar e, ditirse û direve

13 adar 2026 13:35

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) Hegseth diyar kir ku rêberê olî yê nû hilbijartî yê Îranê Mucteba Xameneyî, di êrîşan de birîndar bûye û seqet maye.

Amerîka: Xameneyî birîndar e, ditirse û direve

RûpelNews - Wezîrê Parastinê Pege Hegseth di daxuyaniyeke çapemeniyê de li Pentagonê, derbarê êrîşên li ser Îranê de xîtabî raya giştî kir.

Hegseth, gotinên Serok Trump dubare dikir, piştrast kir ku serokê nû yê Îranê, Mucteba Xameneyî, birîndar bûye û got, "Em dê li ser êrîşên li dijî Îranê berdewam bin. Îro dê bibe roja ku em dê êrîşên xwe yên herî dijwar li ser Îranê bidin destpêkirin."

Hegseth daxuyaniya xwe wiha domand:

"Wî duh daxuyaniyek da. Rastî, ew daxuyaniyeke lawaz bû, lê ne deng û ne jî vîdyo hebû. Ew daxuyaniyeke nivîskî bû. Li Îranê gelek kamera û amûrên tomarkirina deng hene. Çima daxuyaniyeke nivîskî? Ez bawer dikim hûn sedemê dizanin. Bavê wî mirî ye. Ew ditirse, birîndar e, direve û ti meşrûiyeta wî nîne."

Sererkan: Kart di destê Trump de ne

Sererkanê DYA Dan Caine jî axivî û diyar kir ku ew dixebitin da ku kapasîteyên êrîşê yên Îranê ji holê rakin:

"Îran hîn jî xwedî kapasîteya ziyan gihandina hêzên hevalbend û keştiyên bazirganiyê ye. Hêzên DYAyê dê şiyana Îranê ya danîna mînên deryayî ji holê rakin. Kart di destê Trump de ne."

Yekem peyama Xameneyî

Peyama yekem a rêberê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xameneyî, duh li ser televîzyona dewletê hate xwendin. Di daxuyaniyê de Xameneyî banga yekîtiya di nav gel de kir.

Xameneyî got, "Em bi hevaltiya cîranên xwe bawer dikin," lê ragihand ku baregeh dê bên armanckirin.

Hate piştrastkirin ku Mucteba Xameneyî di êrîşa ku tê de bavê wî, Rêberê Bilind ê berê Ayetullah Elî Xameneyî, hat kuştin de birîndar bûye; hate ragihandin ku ew li nexweşxaneyê di bin dermankirinê de ye û ne di rewşeke axaftinê de ye. Rastiya ku Xameneyî ji dema hilbijartina xwe ve tu axaftineke giştî nekiribû, bala raya giştî kişandibû.