Amerîka wê balafirên F-35an bifirose Tirkiyê!

19 hezîran 2018 12:51
Amerîka wê balafirên F-35an bifirose Tirkiyê!

PeyamaKurd- Senatoya Amerîkayê biryar standibû ku firotina sîlehan ji bo Tirkiyê were sekinandin. Lê paşî hate eşkerekirin ku balafirên şêrr yên F-35an, ne di nava wan de ne.

Hê biryara senatoyê neketî dewrê de, Amerîka wê balafirên şêrr yên F-35an teslîmî Tirkiyê bikin.

Li gorî çapemeniya Kurdî, Amerîka wê roja pêncşemê balafirên şêrr yên F-35an teslîmî Tirkiyê bikin.