Amerîka û Taywan peymanekî bi 83 mîlyon dolaran îmze kirin
PeyamaKurd – Piştî seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi seredana Taywanê kir û bû sedema nexweşiyan di navbera Taywan-Amerîka-Çînê de peymanekî di navbera Taywan û Amerîkayê de, bi miqdarê 83 mîlyon dolaran hat îmze kirin.
Peyman di derbarê guncawkirina fuzeyên Patriotê û tamîrata wan de ye. Wê Taywan heya sala 2026 an bi bedela 83,39 mîlyon dolarî, tevlî bernama xizmeta navdewletî ya bernama endazyariya Patriotan û şopandina wan li sehayê bibe.
Li gor ragihandina ajansa Taywanê ya CNA yê; di peymanê de sîstema fuzeyan ya parastinê ya MIM-104F ku dikeve sinifa "PAC-3" (Patriot Advanced Capability) ê, ji bo 4 salan tamîr û guncawkirina wan heye.
Bername ji bo guncawkirina fuzeyan e ku performansa wan zêde dike û ewlehiya wan dirêj dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin