Amerîka û Rûsya û Fransayê jî pistgirî da wê rêkeftinê

21 berfanbar 2019 20:04
Amerîka û Rûsya û Fransayê jî pistgirî da wê rêkeftinê

PeyamaKurd – Bi navbeynkariya Amerîka, Rûsya û Fransayê hevdîtinên Eniya Niştîmaniya Kurdistana Sûriyê (ENKS) Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi dawî hatin û herdu alî gihşatin rêkeftinekê.

Li gorî nûçeya AAyê– Bi navbeynkariya Amerîka, Rûsya û Fransayê hevdîtinên ‘rêkeftina’ ENKSê HSDê bi dawî bûn. Serkirdeyê ENKSê Fuat Elîko piştrast kir ku bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî re hatine cem hev.

Li gorî zanyariyên serkirdeyekî payebilind ê ENKSê, bi navbeynkariya Amerîka, Rûsya û Fransayê di navbera HSDê û ENKSê de rêkeftinek pêk hat.

Wî rayedarî eşkere kir ku baregehên wan ên di bin kontrola HSDê de ku berê hatibûn girtin dê ji nû ve werin vekirin û dest bi xebatên xwe bikin.

‘Wê Pêşmergeyên Roj derbasî herêmê bibin’

Wî rayedarî da zanîn ku di çarçoveya rêkeftinê de HSDê wê ENKSyiyên di destê xwe de serbest berde û dê destûr were dayîn ku Pêşmergeyên Rojava derbasî herêmê bibin.

Ew rayedar dide zanîn ku di vê mijarê de bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî şêwirî ne û bi awayekî erênî hatine pêşwazîkirin. Îdia ew e ku serkirdeyê ENKSyî ji rayedarên Amerîkî xwestiye ku qada esmanî ya Sûriyê were girtin û Tirkiyê ji herêmê were derxistin.

‘Ji ENKSê daxuyaniya rêkeftinê’

Derbarê rêkeftinê de hêj herdu aliyan jî daxuyaniyek nedayê li AAyê naveroka rêkeftinê ji Serkirdeyê ENKSê Fuat Elîko pirsî. Eliko diyar kir ku bi Fermandarê Giştî yê HSDê re hevdîtinek pêk anîne û wiha dewam kir:

“Me ji HSDê xwest ku endamên me yên girtî werin berdan, endamên me yên ku derheqê wan de biryara desteserkirinê heye werin betalkirin, destûr were dayîn ku baregehên me ji nû ve bêne vekirin û dest bi xebatên xwe bikin û derbarê ENKSyiyên winda de lêkolîn û lêpirsîn bên kirin. Me gotibû eger ev yek werin cî em dê dest bi gotubêjan bikin. Wan jî bi erênî pêşwazî li pêşniyarên me kirin."

Amerîka, Rûsya û Fransayê navbeynkariyê dikin’

Danûstendinên di navbera HSDê û ENKSê de bi navbeynkariya Amerîka, Rûsya û Fransayê di meha dawiyê de bileztir bûbûn. Her sê welatan jî ji bo meşruîyeta HSDê li herêmê dixwestin ku bi ENKSê re bigihîje rêkeftinekê.

Hêjayî gotinê ye ku, piştî ku HSDê Rojava kontrol kiribû û xebatên ENKSê asteng kiribûn; hêzên wan ên çekdar tasfiye kiribûn, gelek endamên siyasî girtibûn û nehiştibûn xebatên xwe bimeşînin. HSDê herwiha baregehên ENKSê girtibûn û kilîd li deriyên wa dabûn.