Amerîka û Îran bi moşekan erîşî hev kirin

06 hezîran 2026 09:07

Amerîkayê ragihand ku wan dronên Îranê xistine û li Tengava Hurmuzê li binesaziyên radarê tarûmar kirine. Pasdaran Îranê jî da zanîn êrîşên moşekî birin ser baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê.

Amerîka û Îran bi moşekan erîşî hev kirin

RûpelNews - Di navbera Amerîka û Îranê de li aliyekê guftûgoyên bo agirbestê berdewam e, li aliyekê din jî pevçûnên tund rû didin. Li derûdora Hurmuzê hêzên her du aliyan êrîşên hev kirin ku ev êrîşên dawî wek zehmetiya egera peymanekê jî tê dîtin.

Amerîka: Me balafirên bêmirov ên Îranê xistin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku 4 firokeyên bêmirov ên Îranê yên ku li Tengava Hurmuzê dihatin xebitandin, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine xistine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku sîstemên radara çavdêriya peravê yên Îranê yên li Giravên Goruk û Keşmê jî hatine kirin hedef, ji bo pêşî li êrîşên muhtemel ên li dijî hêzên Amerîkayê were girtin. 

Îran: Me li tesîsên Amerîkayê xistin

Piştî êrîşên Amerîkayê, li baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê sîren lê dan. Pasdarên Îranê ragihand ku, wek bersivekê, tesîsên leşkerî yên Amerîkayê yên li van her du welatan bi moşekên balîstîk hatine hedefgirtin.

Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Pasdarên Şoreşê ve hat weşandin de, hat hişyarkirin ku heke Amerîka "tevgerên xwe yên êrîşkar" bidomîne, Tengava Hurmuzê dikare bi temamî ji bo hinardekirina petrol û gaza xwezayî were girtin.