Amerîka û HSDê, dest bi dewriyeyên hevpar kirin
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR), Hêzên Hevpeymaniyê yên bi piştgiriya Amerîkayê û Hêzên Suriya Demokratîk (HSD), li Hesekê dest bi dewriyeyên hevpar kirine.
Di agahiyên ku SOHRê belav kir de hat diyarkirin ku HSD û Hêzên Hevpeymaniyê, li bajarê Hesekê yê Rojava dewriyeyên leşkerî kirine û hat diyarkirin ku 5 maşînên zirxpoşî yên ‘Bradley’ û maşîneke HSDê, di bin çavdêriya balafiran de ji baregeha Rimelanê ya li rêbejahiya Qamişloyê derketine rê û li gundên derdorê geriyane.
Her wiha hat diyarkirin ku leşkerên Amerîkayê, serdana Navenda El-Nebi Hori ku zarokên malbatên IŞÎDiyan lê tên rehabîlîtekirin jî kiriye.
Ev dewriyeyên ku hatin kirin û bergirên Hêzên Hevpeymaniyê yên ewlehiyê, li ser axên Rêveberiya Xweser a Rojava, wekî parçeyek ji piştgiriya HSDê hat pênasekirin.
Hat diyarkirin ku Hêzên Amerîkayê û Hêzên HSDê, herî dawî di 3 û 4ê Berfanbarê de dewriyeyên hevpar kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin