Amerîka û Erebîstana Siûdî ji bo nuklerê li hev dikin
Hat îdiakirin ku rêveberiya Donald Trump qebûl kir ku ji bo nuklerê rê bide Erebistana Siûdî uranyûmê dewlemend bike.
RûpelNews - Hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û rêveberiya wî rê li ber bernameya nuklerê ya Erebistana Siûdî vekir, lê pêşnûmaya peymanê tedbîrên ewlehiyê yên ji bo pêşîlêgirtina pêşxistina çekên nuklerê di nav xwe de nagire.
"Peyman ji bo îmzekirinê amade ye"
Li gorî raporeke Middle East Eye, metneke pêşnûmayî ya ku ji çapemeniyê re derketibû, diyar dikir ku piştgiriya Washingtonê ji bo bernameya nuklerê ya Riyadê di qonaxa li benda îmzeya Trump de ye.
Hat ragihandin ku her çend danûstandinên di navbera her du welatan de di Cotmeha borî de bi dawî bûbin jî, peyman hêj bi awayekî fermî nehate îmzekirin.
Mîrê Erebîstana Siûdê Mihemed bîn Selman û şêwirmendên wî demeke dirêj bû zext li ser peymanekê dikirin ku rê bide wan uranyûmê dewlemend bikin ku ew îdia dikin ku bi zêdehî di destê wan de ye.
Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî Mîr Abdulaziz bîn Salman par di daxuyaniyekê de bi awayekî zelal armancên welatê xwe diyar kiribûn û gotibû, "Em ê uranyûmê dewlemend bikin û bifroşin.
"Ji F-35an karîgertir e"
Di meha Sibatê de, rêveberiya Trumpê Kongre agahdar kir ku ew hewl dide peymaneke nuklerê ya sivîl bi Riyadê re pêk bîne. Tê destnîşankirin ku peymaneke nuklerê ya ku bi awayekî eşkere îhtîmala dewlemendkirina uranyûmê di pêşerojê de qedexe nake, xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiya hêzê ya herêmî ji firotina balafirên şer ên F-35 ku rêveberiya Trumpê plan dike bifroşe Erebistana Siûdî, pir girîngtir biguherîne.
