Amerîka û Erebistan 21 dezge û 4 kesî xistin lîsteya terorê
PeyamaKurd- Navenda Hedefnîşandana Fînansa Terorê (TFTC) ya ku hevserokên wê Amerîka û Erebistana Si’ûdiye, bi sedema ku têkiliyên wan bi Îranê re hene, 21 dezge û 4 kesan xiste lîsta terorîstan. Televîzyona Erebistanê Al Erebiya xeberê ragihand ku TFTC ku ji Amerîkayê û dewletên Kendavê pêkhatiye, bi sedema ku “Parastvanên Şoreşa Îranê û xebatên Hîzbûllaha Lubnanê destek kirine”,21 dezge, 4 kes û 2 bankayan xistine lîsta terorê.
Heyiyên van dezge û kesan, wê bên desteserkirin û dê qedexe bê danîn bo ser kes an saziyan an dezgeyan yên ku bi wan re raste rast an di rêyeka dinê de, bi wan re têkiliyan deyne.
Hêza mîlîs ya Îranê "Besic", "Rêxistina alîkariyê Besic ", "Mehr Bank" "Millet Bank" Şibl Muhsin ez-Zeydî ku Iraqiye, Yusuf Haşim ku bi Hîzbûllaha Lubnanê re têkiliyên wî hene, Mûhammed Abdulhadî Ferhat ê Kuweytî ku têkiliyên wî bi Hîzbûllahê re hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin