Amerîka: "Sûriye bêyî pistgiriya Rûsyayê nikare erisa kîmyayî bike"

09 nîsan 2018 23:29
Amerîka: "Sûriye bêyî pistgiriya Rûsyayê nikare erisa kîmyayî bike"

PeyamaKurd - Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand ku rejima Sûriyê bêyî piştgiriya Rûsyayê nikare êrişa kîmyayî bike û Rûsya li ser soza xwe nesekinî.

Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand ku eger piştgiriya Rûsyayê nebe Sûriye nikare êrişa kîmyayî bike û Rûsyayê li hemberî berpirsiyariya xwe ya çeka kîmyayî îxanet kiriye.

Herwiha diyar kir divê cihê êrişê bo vekolînê were vekirin.

Amerîka îro ragihandibû ku dê rejim bedelê êrişa kîmyayî bide.