Amerîka sîstema THAAD ê li Îsraîle bicîh kir

05 adar 2019 01:42
Amerîka sîstema THAAD ê li Îsraîle bicîh kir

PeyamaKurd- Artêşa Amerîkayê sîstema parastina hewayî ya bi navê THAAD ê li Îsraîlê bicîh kir. Nehat ragihandin bê sîstem wê çiqas li Îsraîlê bimîne û EUCOM weha ragihand:

“Leşkerên me di dema ku li Îsraîlê bimînin, wê li gelek ciyan wezîfe bikin û wê li sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê ya ku heye zêdekirinan bikin û bo operasyonan ceribandinan bikin.”

EUCOM di dewama beyana xwe de weha got:

“Amerîka bo nîşan bide ku çendîn bi ewlekariya Îsraîlê ya herêmê ve girêdayiye, li ser fermana Fermandariya Hêzên Amerîka ya li Awrûpayê û wezareta bergiriyê, di serê adarê de, li Îsraîlê sîstema herî bilind ya Termînal hat danîn.”