Amerîka sîstema Patriotan disîne Slovakyayê
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Loyd Austin, ji ber ku Slovakya sîstema parastina hewayî ya S-300 da Ûkraynayê, di destê wê de sîstema parastina hewayî nema û wê Amerîka, sîstema Patriotan yek ji yên ku li Awrûpaye bide Slovakyayê. Li ser mijarê wezîr Austin weha got:
“ Ez gelek teqdîr dikim ku Slovakya sîstema parastina hewayî ya S-300 daye Ûkraynayê û merdîtiyê kiriye. Slovakya di heman wextê de pêşwaziya bi hezaran kesên Ûkraynî kiriye û wan xwedî dike. Amerîka wê koordinasyona xwe ya bi hevpar û hevkaran re ji bo pêdiviyên Ûkraynayê bicîh bîne, wê dewam bike.
Li ser daweta Slovakyayê û li ser fermana min, fermandiriya Amerîkayê ya li Awrûpa, wê sîstema fuzeyan ya parastina hewayî ku wê ji aliyê leşkerên Amerîka de bê îdarekirin, li Slovakyayê bicîh bike. Batarya û tîma batarya wê di rojên pêşiya me de bigihê Slovakyayê. Em ji bo sîstemekî mayînde bi Slovakya re hevdîtinan dikin û em wextê mayîna Patriotan nizanin.
Bi bicîhkirina patriotan li Slovakyayê, grûba muharebê ya 5 em ya NATO ya li Slovakya Rojhilat, bi hatina ûnsûrên sîstema hewayî yên ku ji Hollanda hatine û yên ku ji Almanya ji berê de hatine wê derê, her tiştên wê temam dibe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin