Amerîka: Serkeftina HSDê li Baxozê ‘îlhambexs’ e

24 adar 2019 18:09
Amerîka: Serkeftina HSDê li Baxozê ‘îlhambexs’ e

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê serkeftina li dijî DAIŞê li Baxozê weke "îlhambexş" bi nav kir û ragihand, “Axa bin destê DAIŞê da sedî sed hat kontrolkirin, lê hêj erkê me bi dawî nebûye.”

Cîgîre Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Patrick Shanahan bi daxuyaniyekê ragihand: “Bi serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) heta niha zêdetirî du hezar mîl çargoşe li Sûriye û Iraqê ji Kanûna 2017an ve ji DAIŞê hatin paqijkirin, ew rêxistin êdî ti devereke ku xelk têde dijî, kontrol nake.”

Patrick Shanahan diyar kir: “Niha demeke guncaw e daku qurbaniya HSDê îtiraf bikin, ku serkirdetiya şerê DAIŞê kirin li Sûriyê, herwiha hêzên Iraqî jî, ku şerê DAIŞê kirin li wî welatî, li gel hevpeymanan û serbazên Amerîkayê, hemû wan hêzên wêrek bi piştgiriya hevbeşên me di çend salên derbasbûyî de şerê DAIŞê kirin.”

Patrick Shanahan herweha got: “Di demekê de ku em gihiştine qonaxeke hestiyar di şerê dijî DAIŞê de, em fêm dikin ku hêj em ji temamkirina karên xwe dûr in, qonaxa bê, li deverên bakurê rojhilatê Sûriyê dabînkirina asayişa wan deveran û rêgiriya li veger û serîhildana torên DAIŞê ye. Em dê berdewam bin di hewldanên xwe de li gel hevbeşên xwe di dabînkirina asayişa wan deveran de.”