Amerîka: “Rûsya sîlih dide Talîbanê”

23 adar 2018 23:07
Amerîka: “Rûsya sîlih dide Talîbanê”

Fermandarê hêzên Amerîka yên li Afxanistanê Nicholson ragihand ku Rûsya hebûna çekdarên DEAŞê li Afxanistanê dike sedem û sîlihan dide Talîbanê da rêxistinê xurt bike.

Nicholson di hevpeyvîna ku BBC yê re kiriye de dibêje ku ev 1.5 an 2 sale Rûsya li Afxanistanê stratejiyeka piştgiriya Talîbanê bipêşdixe. Rûsya, di ser sînorê Tacikistanê de sîlihan bo rêxistina terorê Talîbanê dişîne.

General Nicholson ragihand ku di derbarê ‘Rûsya sîlihan dide Talîbanê’ de, di organên Talîbanê de tê behskirin ku Rûsya çekan dide wan û weha dewam kir:

"Rêvebirên Afxanistanê wan sîlihên ku Rûsya daye Talîbanê anîn baregeha me ya vê derê. Em dizanin ku Rûsya di nava mijarê de ye.”

Nicholson dibêje ku Rûsya di demên dawiyê de hêjamara çekdarên DEAŞê li Afxanistanê zêde nîşan dide da piştgiriya Talîbanê rewa nîşan bide.