Amerîka plana cizakirina hin welatên NATOyê dike

09 nîsan 2026 13:58

Rêveberiya Trump bi hinceta ji Amerîkayê re di şerê Îranê de piştgirî nehatiye dayîn plana cizakirina hin welatên NATOyê dike. Hat ragihandin ku di çarçoveya vê yekê de dibe ku du baregehên Amerîkayê yên li Ewropayê werin girtin.

Amerîka plana cizakirina hin welatên NATOyê dike

RûpelNews - Her ku di roja 40emîn a pevçûna Îran-Amerîka-Îsraîlê de agirbesteke demkî hat ragihandin, medyaya Amerîkayê radigihîne ku rêveberiya Trump li ser planekê difikire ku hin hevalbendên NATOyê ceza bike.

Li gorî raporeke Wall Street Journalê, tê gotin ku plan ew e ku leşkerên Amerîkî ji wan dewletên endamên NATOyê yên ku têra xwe beşdarî şerê li Îranê nabin, bên vekişandin û ji nû ve li welatên piştgiriya Amerîkayê dikin bên bicihkirin.

Di raporê de tê gotin ku Amerîkayê li seranserê Ewropayê nêzîkî 84 hezar leşkerên xwe bi cih kirine. Li gorî pisporan, baregehên Amerîkayê yên li Ewropayê ji bo operasyonên leşkerî yên cîhanî wek navendeke krîtîk kar dikin û ji bo welatên mazûvan feydeyên aborî peyda dikin. Baregehên li Ewropaya Rojhilat herwiha li dijî Rûsyayê roleke astengker dilîzin.

Îspanya û Almanya di lîsteya Amerîkayê de ye

Li gorî rayedaran, hatiye pêşniyarkirin ku plan ne tenê veguhestina leşkeran, lê di heman demê de girtina du baregehên Amerîkayê yên li Ewropayê jî li xwe bigire. Pisporan tekez kirine ku dibe ku Îspanya û Almanya di listeyi Amerîkayê de ne ku baregehên li van her du welatan Ben girtin.

Tê gotin Polonya, Romanya, Litvanya û Yewnenîstan ku piştgiriya Amerîkayê dikin ji vê rewşê siûdê werbigirin û ihtimal heye ku Amerîka ji bo vekirina baregehên serbazî ligel welaten Rojhilatê Ewropayê kar bike.