Amerîka pistgiriya xwe bo gelê Venezuelayê ragihand

01 gulan 2019 10:13
Amerîka pistgiriya xwe bo gelê Venezuelayê ragihand

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ew bûyerên li Venezuelayê ji nêzîk ve dişopîne û ligel gelê wî welatî ye.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got Amerîka bi Venezuelayê re ye, ‘’Ez rewşa li Venezuelayê ji nêzî ve dişopînim. Amerîka ligel gelê Venezuela ye’’.

Serokê muxaleftê Juan Guaido li paytext Caracasê ligel hin leşkeran derketibû kolanan û îdia kiribû ku ew jî dijî Nicolas Maduro tev li wî bûne.Di navbera hêzên ewlekarîyê yên hikûmetê û kesên dijî Maduro pevçûn çêdibin, lê ser kuştî û birîndaran hîn tu agahiyên zelal tune ne.

Wezîrê Berevanî yê Venezuelayê Vladimir Padrino eşkere kiribû ku artêş li gorî destûra bingehîn tevdigere û koteda red kiribû.