Amerîka paketekî nû ya alîkariyê ji bo Ûkraynayê ragihand
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku Amerîka ji nav lîsta çekên xwe, wê bi miqdarê 400 milyon dolarî muhîmmat û ekîpman bişîne Ûkraynayê. Blinken ragihand ku wê desteka Amerîkayê ji Ûkraynayê dewam bike. Blinken bi nivîskî mijarê weha ragihand:
“Li gor erka ku serok Biden daye, cara 33em e ji envantera Amerîkayê ji bo Ûkraynayê bi miqdarê 400 milyon muhîmmat û teçhîzat didim Ûkraynayê. Di paketa alîkariyê de HIMARS, obus, muhîmmatên Bradley yên piyadan, pirên alavan, muhîmmatên herifandinê û tiştên din hene. Rûsya bi serê xwe dikare şer bide rawestandin. Rûsya heya vêya bike û çiqas dewam bike bila bike, em ê bi Ûkrayna re bibin yek, em ê artêşa wê di seha şer de xwurt bikin û wê Ûkrayna li ser masa bazarê bi awayekî herî xwurt birûnê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin