Amerîka li ser Efrînê axifî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Navendî yê Amerîkayê Joseph Votel got ku operasyona Efrînê bala têkoşîna li ser DEAŞê belav dike û ragihand ku ew bi Tirkiyê re her roj diaxifin û li hemberê Tirkiyê zelal in.
Votel li ser pêşdeçûnên Sûriyê axifî û got ku endamên kongreyê gelek pirs pirsîne. Hetta di mijara operasyona Efrînê de xwestiye di celseya girtî de bersiva pirsan bide. Votel weha dewam kir:
“Niha hêza herî xurt ya ku li dijî DEAŞê têkoşînê dide ku hevkarên me yên Kurd jî di navde ne, HSY e. Bo temamkirina vî şerê pêdiviya me bi wan heye. Di prensîbê de divê em li ser vêya li hev bikin. Li dliyê dinê em mecbûrin endîşeyên Tirkiyê bidin ber çav. Ji ber vana, di vê pêvajoyê de, divê di derbarê tiştên em dikin de, bi Tirka re zelal û aşkera bin.
Berdevkê wezareta derve yê Tirkiyê Hami Aksoy jî îro ragihandibû ku ti hevdîtinên dîplomatîk yên Tirkiyê bi Amerîka re nînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin