Amerîka li Kîevê konsulxaneya xwe vekir

19 gulan 2022 04:41
Amerîka li Kîevê konsulxaneya xwe vekir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Bliken ragihand ku Amerîka konsulxaneya xwe li Kîevê ji nûh de vekiriye. Berya Rûsya êrîşê Ûkraynayê bike, Amerîka konsulxaneya xwe biribû bajarê Lvîvê yê ser sînorê Polonyayê. Wezîr Antony Bliken bi awayekî nivîskî ragihand ku konsulxaneya xwe car din birine Kîevê û ragihandina xwe weha kir:

“Em îro bi fermî dest bi xebatên xwe yên konsulxaneyê yên li Kîevê dikin. Xelkê Ûkraynayê bi desteka ewlehiya me, welatê xwe li hemberê îşxala Rûsyayê parast. Di encama vê de, ala Amerîkayê car din li balyozxaneya Kîevê pêl dide. Em destekê didin hukumet û xelkê Ûkraynayê ku bi serbilindî li hemberê êrîşa Kremlînê welatê xwe diparêzin.

Me tedbîrên ewlehiya xebatkarên konsulxaneyê sitendiye. Me biryarê daye ku bi zahmetiyên li pêşiya me ne, rû bi rû bibin. Şer germ dibe. Hêzên Rûsyayê her roj mirin û herifandinê tîne axa Ûkraynayê. Bi mîlyonan xelk malên xwe terk dikin û şîna hezkiroxên xwe dikin. Em desteka xwe ya ji bo xelkê û hukumeta Ûkraynayê teyîd dikin û mîsyona xwe li konsulxaneya me ya li Kîevê bicîh tînin, çaverêyê kirina xizmeta we ne.”