Amerîka: “Îran mezintirîn sponsorê terorê ye”

24 îlon 2018 21:29
Amerîka: “Îran mezintirîn sponsorê terorê ye”

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, ku xelkê Iraqê dengê xwe dabe kê ew dê rêveberiya welat bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmanî ya Amerîkayê John Bolton li New Yorkê di civîneke çapemeniyê de behsa çend mijaran kirin.  

Di bersiva pirseke Rûdawê ya derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de Pompeo ragihand, ku Amerîka li Iraqê kar dike daku hikûmeteke niştîmanî ya iraqî pêk were û got: “Xelkê Iraqê di hilbijartinan de gotina xwe kirin û derfetê wan hebû deng bidin. Niha jî di proseya pêkanîna hikûmetê de Amerîka hemû hewldanan dike daku  xelkê dengên xwe dabe kê ew kes û alî serkirdetiya Iraqê bikin.”

Pompeo di nav daxuyaniyên xwe de behsa hejmûna Îranê ya li Iraqê kir û got: “Vê rêveberiyê di demekê de dest bi kar kir, ku Qasim Silêmanî û Ayetullah li 5 paytextên Rojhilata Navîn desthilat bûn. Em beşdarî çend çalakiyên giring dibin ji bo rûbirûyê gefên Îranê bibin. Îro ew wek mezintirîn sponsorê terorê mane, ji bo vê jî me hinek tevdîr girtine û herwiha hinek sizayên din jî em ê di meha Mijdarê de bisepînin. Dixwazim eşkere bikim ku em reftarên xirab ên Îranê qebûl nakin.”

Di bersiva pirseke din de John Bolton ragihand: “Guhertina rejîma Îranê ne siyaseta rêveberiya Trump e. Lê me dorpêçên pir giran danîne ser Îranê û dorpêçên din jî di rê de ne. Em bi hêvî ne ku ev dorpêç siyaseta Îranê bi temamî biguherin. Heta ev yek çênebe jî em ê cezayên girantir bisepînin.”