Amerîka: “HSD bê desteka Amerîkayê nikare bi ISID ê re derê serî”
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku ew bi şervanên Kurd yên di nav HSD ê de di nav têkiliyan de ne û di têkoîna li dijî IŞİD ê de bihevre dixebitin. Meha borî wekîlê musteşarê wezareta karên derve yê Amerîkayê yê ji Asya Nêz û Rojhilat berpirs Joey Hood bi heyetekî re seredana HSD ê kiribû û desteka xwe ji bo wan ragihandibû.
Wekîl Hood ragihandibû ku heyet neçûye Sûriyê û di rêya video-konferansê de bi wan re hevdîtin kiriye. Çavkaniya xeberê mijarê weha ragihandiye:
“HSD nikare bê desteka Amerîkayê terorîstên IŞİD ê têk bibe û bi deh hezaran IŞİD iyên girtî nikare kontrol bike. Hêzên Amerîkayê ji bo garantîkirina têkbirina dawî ya IŞİD ê li Sûriyê ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin