Amerîka hêzên xwe ji nû ve li dinyayê belav dike
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper ji rojnemevanan re ragihand, wê Washington îsal dest bi ji nûve belavkirina hêzên leşkerî li ser asta cîhanê bike.
Esper got ku ev pêngav di çarçoveya hewldanên jinûve balkişandina Pentagonê ya ser pirsgirêkên Çîn û Rûsyayê ne.
Esper diyar kir ku ew naxwaze çarçoveyeke demkî ya temamkirina plana bi navê "Lêvegera Siyasetên Parastinê" ligel pêşbîniyên jinûve belavkirina hêzan eşkere bike.
Mark Esper wiha got: "Heke min sozeke dawî ya "lêvegerê" diyar bikira, ez bi wê re jî dixwazim balê bikişînim ser ku dê di hin aliyan de bi hatina destpêka sala nû ya darayî re baş bin."
Ajansa Reutersê jî ragihand ku Esper behsa sala darayî ku di 1ê Cotmeha bê dike û ji ber vê yekê jî dixwaze ji bo mijarê bilez tevbigere.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin