Amerîka hejmara patrîotan li welatên Rojhilata Navîn kêm dike
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê diyar kir, ew dê nêzîkî 8 bataryayên sîstema dijemoşek a patrîot ji welatên Rojhilata Navîn vekişînin. Ew jî welatên Iraq, Kiwêt, Urdin û Siûdî ne.
Li gor berpirsên bilind ên îdara Joe Biden ku navên xwe eşkere nekirine ji rojnameya Wall Street Journal re dane zanîn, îdareya Biden bi lez hejmara sîstema dijmoşekî ya li welatên Rojhilata Navîn kêm dike.
Sala 2020an Amerîkayê sîstema dijemoşek a Patriot li Iraqê bicih kir, ew jî piştî êrîşa moşekî ya Îranê ya li ser Binkeya Serbazî ya Eyn Îsa hat ku hêzên Amerîkî tê de bûn.
Li gor zanyariyên wan berpirsan, ji bilî vekişîna bataryayên sîstema Patriot, dê sîstema din a dijemoşek a bi navê `Terminal High Altitude Area Defense` ji Siûdiyê vekişîne û hejmara balafirên şerker jî kêm bike.
Herwiha îdareya Biden bi sedan serbazên ku endamên wan komên kar bi sîstema dijemoşek dikin an jî piştevaniyê ji bo dabîn dikin, vedikişîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin