Amerika: Em ji Iraqê venakisin û planeke me ya wiha jî tine ye!
PeyamaKurd –Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper ligel Orgeneral Mark Milley li Pentagonê ji rojnamevanan re axivî. Esper derbarê nameye ku li ser medya civakî hatiye belavkirin ku tê de dibêje wê Amerîka jı Iraqê vekişe daxuyaniyek da. Esper got, “Em ji Iraqê venakişin û planeke me ya wiha jî tine ye!”
Mark Esper ji bo nameye ku li ser medya civakî hatiye belavkirin ku tê de dibêje wê Amerîka vekişe ne rast e, “Em ji Iraqê venakişin û planeke me ya wiha jî tine ye! Em li ser nameye lêkolînên xwe didomînin.”
Sererkanê Amerîkayê Mark Milley jî got ez bi General(Kenneth) McKenzie re axivîm. Wî got “Name bêîmze ye, reşnivîsek e û agahiyên şaş tê de hatine bikaranîn. Ji bo agahdarkirina rayedarên iraqî hatiye nivîsîn û dê ji rayedaran re bihata hinartin. Peyvên xelet hatine bijartin, xeletî çêbuye. Em û planeke me ya wiha jî tine ye.”
Hêjayî gotinê ye ku piştî ku Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî hate kuştin, Parlamentoya Iraqê di rûniştina Yekşemê de ji bo derxistina leşkerên Amerîkî ji Iraqê biryar wergirtibû. Lê belê Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî ev biryar rexne kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin