Amerîka: Em ji bo sepandina dorpêçên ser Tirkiyê lêkolînê dikin

10 îlon 2019 02:50
Amerîka: Em ji bo sepandina dorpêçên ser Tirkiyê lêkolînê dikin

PeyamaKurd - Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê ragihand ku derbarê sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê re, lêkolînên wan berdewam dikin.

Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê Stewen Mnuchin, li ser pirsa rojnamevanan got ku ew mijara sepandina sizayên dorpêçê li pêş çavan derbas dikin, lê hê negihîştine biryara dawî.

Rrêveberiya Tirkiyê, tevî hemû nerazîbûn û gefên Amerîkayê jî ji Rûsyayê sîstemên S-400 yên parastina esîmanî ji Rûsyayê kirîn û rayedarên Amerîkayê jî diyar kiribûn ku helwesta Tirkiyê dijî berjewendiyên Amerîkayê ye û di çarçoveya rêkeftina CAATSAyê (Katsa) de, ew dê li ser Tirkiyê dorpêçan bisepînin.

Li gor yasaya CAATSA Wezareta Gencîneyê cureyên sizayan diyar dike û pêşkêşî Serokê Amerîkayê dike.

Serokê Amerîka jî dikare ji nav wan dorpêçan hinekan hilbijêre û bi ser wan welatan de bisepîne.