Amerîka:Em ê derzîya Korona heta dawiya salê çêkin
24 hezîran 2020 13:10
PeyamaKurd - Li hemberî nexweşiya Korona ku li her dere dinyê belav bûye, hê jî çarenûsek nehatiye dîtin û nexweşî nehatiye kontrolkirin.
Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci, bi Kongresê re civiya û li ser derziya vîrusa korona bi wan re şêwirî.
Fauci diyar kir, dibe ku heta dawîya sala 2020’an derzîyê çêkin û got ew qonax dibe ku heta serê 2021’an jî bidome.
Fauci got, ‘’Em ne li ser çêbûn yan çênebûna derzîyê, lê li ser dema wê diaxifin.’’
Wî da zanîn ku, di hefteyên pêş de bo Ameîka dê demên krîtîk destpê bikin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 2,300,000 kes bi vîrusa korona ketine 121,176 kes bi wê mirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Amerîka: Derzîya Koronavîrusê dibe ku berî sersalê amade be
27 hzr 2020
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin