Amerîka dorpêçê danî ser 13 sîrketên Çînê, Rûsyayê, Tirkiyê û Iraqê

26 sibat 2020 05:34
Amerîka dorpêçê danî ser 13 sîrketên Çînê, Rûsyayê, Tirkiyê û Iraqê

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi nivîskî ragihand ku biryarê dane da dorpêçê deynin ser 13 şîrketên Çînê, Rûsyayê, Tirkiyê û Iraqê. Di nav lîsteya 13 navan de mirov jî hene. Pompeo mijarê weha ragihand:

“Li gor qanûna (INKSNA) bo sîlihên komkujiyê bo welatên Îran, Kore ya Bakûr û Sûriyê belav nebin, bo 13 şîrket û hemwelatiyên dewletên navborî biryara dorpêçê hatiye dayîn.”

Bo 5 şîrketên Çînê û Tirkiyê bi sedema ku destekê dane bernama fuzeyan ya Îranê, wan xistiye lîsteya reş. Hemwelatiyekî Çînê jî bo bernama Pakistanê ya sîlih ketiye ber dorpêçê.

Pompeo ranegihandiye bê kîjan şîrket an kîjan mirov ketiye nav vê lîsteya dorpêçê.