Amerîka: “Dîwana Dadgeha Navnetewî jî polîtîze bûye!”

04 cotmeh 2018 18:30
Amerîka: “Dîwana Dadgeha Navnetewî jî polîtîze bûye!”

PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Amerîkayê John Bolton got ku Dadgeha Edaletê ya Navnetewî jî polîtîze bûye û bandora xwe winda kiriye.

Ji ber ku Dadgeha Edaletê ya Navnetewî biryar da ku hinek dorpêçên li ser Îranê werin rakirin, ji aliyê Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Amerîkayê John Bolton ve hate rexnekirin.

John Bolton got ku Dadgeha li bajarê Laheyê ya Hollandayê jî bandora xwe winda kiriye. Ew jî polîtîze bûye. Em jî li hember biryarên wiha serê xwe natewînin.