Amerîka di derbarê “Petrola Kurdistanê” de daxwuyanî da

07 nîsan 2023 02:19
Amerîka di derbarê “Petrola Kurdistanê” de daxwuyanî da

PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku peymana di navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqa Federal de bi rizamendî pêşwazî dikin. Di civîna çapemeniyê de Vedant Patel bersiva rojnamevanan da û got:

“Em, peymana navbera hukumeta Herêma kurdistanê û Iraqê ya ku dê petrola Herêma Kurdistanê di borûya xetta Iraq-Tirkiyê de îxrac bibe, bi rizamendî pêşwazî dikin. Payman, encame ku lîderên Iraqê berjewendiyên hemwelatiyên xwe di ser her tiştî de digrin, encama xebata wan ya ji dil e.”