Amerîka daxwaz dike bilez hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin

10 rêbendan 2022 17:57
Amerîka daxwaz dike bilez hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin

PeyamaKurd Balyozxaneya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir, Amerîka daxwaz dike bilez hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin. Herwiha pêşwazî li hilbijartina Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê îro bi daxuyaniyekê diyar kir, Amerîka pêşwaziyê li rûniştina yekem a Parlamentoya Iraqê dike ku beşeke ji proseya demokratîk û serweriya niştimanî ya wî welatî ye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî û her du cîgirên wî Hakim El-Zamilî û Şexewan Ebdullah dikin.”

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê bal kişand ser rola girîng a Iraqê di aramî û ewlehiya herêmê de û destnîşan kir: “Em hêvîdar in ku serkirdeyên Iraqê û parlamentoya nû, pêvajoya avakirina hikûmeta nû bilezînin.”

Herwiha di berdewamiyê de hat diyarkirin: "Hêviya me ew e ku hikûmeta nû piştî ku hat avakirin, îradeya gelê Iraqê nîşan bide û kar ji bo çareserkirina kêşeyên hikûmetê, mafên mirovan, ewlehî û aboriyê li Iraqê bike.”