Amerîka Çînê aciz dike

05 adar 2018 23:09
Amerîka Çînê aciz dike

Keştiya hêzên deryayî ya Amerîkayê USS Wasp ku niha li Derya Rojihilatê Çînê ye, Amerîka bo keştiyê balafirên F-35B yên nesla 5an şand. Balafira F-35B dikare dîk rabe û deyne. Keştî ya USS Wasp bi xwe keştiyeka êrîşê ye.

Li gor beyana hêzên deryayî yên Amerîkayê dibêje: “Ev cara yekeme ku çend balafirên F-35B Lightening II diçe Pasîfîkê û li ser keştiya USS Waspê datîne. Wê balafir li wê derê di nava filoya 121 ê de bimînin.”

Balafir wê piştgiriya hêzên deryayî yên Amerîka ku niha li welatê Japonyayê li bajarê Okinawa ne, bikin.

Bicîhbûna vana balafirên F-35B yan ku dibin cîranê welatê Çînê, Çîniyan gelek aciz dike. Bi îhtîmaleka mezin di rojên pêş de wê Çîn helwesta xwe ya di derbarê van balafiran de aşkera bike.