Amerîka: Çîn vedisêre bê Kovid-19 çawa derketiye

17 nîsan 2020 01:20
Amerîka: Çîn vedisêre bê Kovid-19 çawa derketiye

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo Çînê bertek nîşan da û got rêya herî baş ya hevkariyê ew e ku Çîn bêje bê ev vîrus çawa derketiye holê. Pompeo weha got:

“Çîn dibêje ku dixwaze hevkariyê bike. Rêya hevkariyê ya herî baş ew e ku bo zanyarên dinyayê bêjin bê ev vîrus çawa derketiye holê. Bila bêjin bê ev çawa belav bûye.”

Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mike Esper jî ragihand ku rêvebirên Çînê, dinyayê ber bi rêya şaşiyê de dibin û di tevgerên xwe de ne zelal in. Esper di TV ya NBC yê di bernameya Today de axifî û got:

“Gelek zahmete ku mirov bi agahiyên Partiya Komunîst ya Çînê bawerî bîne. Me ber bi reya şaşiyê de dibin û ji roja vîrus derketiye heya niha zelal tevnagerin. Ya rast baweriya min nayê ku ew rastiyan dibêjin.”

Piştî beyanên Esper wezîrê karên derve Pompeo jî bo TV ya Fox Newsê axifî û got:

“Hukumeta Amerîkayê dixebite bê vîrus ji ku derketiye. Çîn pirsên me yên di vê mijarê de neda û ev bo me gelek tiştan îfade dike. Serok Trump got ku çavkaniyên cuda hene. Niha em zanin ku ev vîrus ji bajarê Wûhanê derketiye. Em zanin li wê derê Enstîtu ya Vîrolojî ya Wûhanê heye û nêzî wê derê bazara heywanên zindî heye. Gelek tişt hene divê em hîn bibin. Divê hun bizanibin hukumeta Amerîkayê zahf dixebite da vê mijarê hîn bike.”