Amerîka car din bo Çînê bacê danî
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bo 50 mîlyar dolarên îtxalata Çînê %25 baca gumruka ku hatibû danîn, tesdîq kir. Bacên nû yên gumrikê wê bo cîhazên teknîk yên endustriyel bin.
Trump, bi sedema ku jê re gotin “diziya fikrî ya mulkiyetê”, baca gumrikê li ser înadê îmze kir. Trump, bi kiryara xwe agirê navbera her dû dewletan geş kir lê Çînê ragihand ku wê vêya bê bersiv nehêle.
Herkes li bendê ye ku Çîn jî baca gumrikê bo malen Amerîka zêde bike lê Trump got ku dibe Amerîka bo berhemên axê û hinek malên din jî baca gumrikê deyne.
Ji wezareta bazirganiyê ya Amerîkayê berpirsek ragihandiye ku Amerîka piştî bo 818 qeleman 34 mîlyar dolar bacê deyne, wê bo 284 qelemên dinê jî 16 mîlyar dolar bacê lê zêde bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin