Amerîka bo Mîr Tehsîn peyameka sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd- Balyozxaneya Amerîka ya Hewlêrê bi munasebeta wefata Mîr ê êzîdiyan Mîr Tehsîn, peyama sersaxiyê bo Êzîdiyan belav kir. Mîr Tehsîn li Almanya li bajarê Hanoverê koça dawî kiribû. Balyozxane bo Mîr Tehsîn got:
“Mîr Tehsîn şexsiyetekî zana û bi biryar bû. Di demên herî nexweş yên Êzîdiyan de wezîfa xwe ya mezinahiyê aniye cî.”
Balyozxane di peyama xwe de bo malbata Mîr Tehsîn û bo xelkê Êzîdî sersaxiyê xwest û di dewama peyama xwe de weha got:
“Mîr Tehsîn bi taybetî di demên herî zor yên Êzîdiyan de wesfên mezinahiya xwe aniye cî. Em ê her wext wî dost û aktîvîstekî aştîxwaz bibîrbînin. Em weka dewleta Amerîka bi biryarin ku divê li Iraqê temamê civakên olî, neteweyî bên parastin û em teşwîqa piralîtiyê û xweşbîniyê destek dikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin