Amerîka: Biryardariya me ya vekirina Konsolxaneya Kudusê, didome

01 hezîran 2022 16:31
Amerîka: Biryardariya me ya vekirina Konsolxaneya Kudusê, didome

PeyamaKurd-Ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hat ragihandin ku ew di vekirina Konsolxaneya Amerîkayê ya li Kudusê de bi biryar in. Hat ragihandin ku ji bo bicihanîna vê daxwazê, hevdîtinên Amerîkayê, ligel Îsraîl û Flîstînê didomin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku Rêveberiya Joe Biden bi biryar e ku Konsolxaneya Amerîkayê li Kudusê veke. Price da zanîn ku hevdîtinên wan ên di vê derbarê de bê navber didomin.

Li gorî nûçeya Reutersê, piştî ku Konsolxaneya Mezin a Amerîkayê ya ku di sala 2018an de ji aliyê Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump ve ji Tel Avivê ji bo Kudusê hatibû veguhestin, Îsraîl li hember vekirina konsolxaneya Amerîkayê derdikeve. Lewra konsolxaneyê, di sala 2019an de xizmeta Filîstîniyan dikir û hatibû girtin.