Amerîka | 'Bêyî rûbirûbûna hêzên me nikarin êrîsî HSDê bikin'
PeyamaKurd - Hat îdiakirin ku rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) peyamek ji opozîsyona Sûriyê ya çekdar û siyasî re şandine û tê de xwestine, guh nedin gefên Tirkiyê yên operasyona ser Rojhilatê Firatê û beşdarî operasyoneke wiha nebin.
Li gor nameya ku Asharq Al-Awsad li ser navê rayedarên Amerîkî belav kiriye, rayedarên Amerîkî ji grûbên opozîsyonê re gotine, heger hûn beşdarî operasyona ligel Tirkiyê bibin hûn dê rûbirûyî hêzên Artêşa Amerîkayê bibin.
Rayedarên Amerîkî ji opozîsyona alîgirê Tirkiyê (Artêşa Sûriya Azad) dixwaze dûrî herêmên operasyoneke çaverêkirî ya Tirkiyê bisekinin û ‘Xwe ji şerê navbera fîlan dûr bikin’.
Di nameyê de tê gotin, “Em bang li hemû grûbên Artêşa Azad (Komên çekdarên opozîsyonê) dikin, beşdarî ti operasyoneke li Rojhilatê Firatê nebin. Em naxwazin Tirkiye operasyonê bike. Em tenê di wê baweriyê de ne ku bi rêya dîyalogê metirsiyên li sînor ên ewlekariyê (Tirkiye) hatine çareserkirin. Heger hûn ligel tirkan cî bigirin, hûn dê rêya diyalogê jî bigirin.”
Di beşeke din a peyamê de jî wiha tê gotin: “Her cure beşdarîya Artêşa Azad û Koalîsyona Siyasî ya Opozîsyona Sûriyê, dê were wateya êrîşkirina ser Amerîka û hêzên Hevpeymaniyê û dê ev yek jî yekser bibe sedema şer di navbera hêzên Hevpeymaniyê û Amerîkayê de. Hêzên Amerîka û Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) têkelî hev bûne û lewra jî bêyî rûbirûbûna hêzên Amerîkî û hevpeymaniyê nikarin êrîşî HSDê bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin