Amerîka 16 kesên têkiliyên wan bi rêvebiriya leskerî re heye xist nav lîsta res
PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê 16 kesên ku têkiliya wan bi konsyea dewletê ya Myanmarê û rejîma leşkerî re heye xist nav lîsta dorpêçan. Ragihandina biryarê ji aliyê wezareta xezînê ya Amerîkayê de hat kirin.
Ji 16 kesan 13 ji wan têkiliya wan bi rejîma leşkerî re heye û di perçiqandina terefdarên demokrasiyê de, di kuştina zarokan û di êrîşên xeddar de ciyên xwe sitendine.
Her 4 kesên din yên ku Amerîka wan xistiye nav lîstê, zarokên wan kesên leşkerîne ku berê bavên wan ketine nav lîsta dorpêçê. Amerîka biryara dorpêçê bi Îngîltere û Kanadayê re di heman wextê de hatiye sitendin. Di nav lîstê de hinek kesên navên wan hene evin:
4 endamên SAC ê, wezîr Ko Ko Hlaing, wezîr Tun Aung Myint, wezîrê Tun Tun Naung, serokê banka navendê Than Nyein, wezîr Pwint San, wezîr Win Shein, wezîr Thet Khaing Win û wezîr Khin Maung Yi hene.
Di nav lîstê de 7 wezîr hene. Wezareta xezînê ya Amerîkayê ragihand ku ti têkiliya biryarê bi xelkê Mynamarê tine ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin