Amedsporê li Almanyayê AmedStore vekir: Robot Agir reqisî

16 gulan 2026 19:12

Amedspor, ku derbasî Lîg Super bû, yekem dikana Amedstore ya li Ewropayê bi merasîmeke mezin li bajarê Hannover ê svekir. Di çalakiyê de, ku bi hezaran alîgan govend gerand û dirûşme avêtin. Robotek bi navê Agir, ku bi hevrêtiya def û zurnayan performans dikir, bû stêrka çalakiyê.

Amedsporê li Almanyayê AmedStore vekir: Robot Agir reqisî

RûpelNews - Robotê bi navê Agir li ber dengê muzîka kurdî û govnda Amedê pêşkêş kir. Van dîmenan di demeke kurt de li ser medyaya civakî bala bikarêneran kişand. Bikarhêneran gotin, "Heta teknolojî jî bi kelecana Amedsporê re şas bûye."

Kurdên Ewropayê piştgiriyeke xurt dan Amedsporê

Ji bo kurdên ku li Ewropayê dijîn, Amedspor ne tenê wek klûbeke futbolê lê di heman demê de wek sembola nasname û hevgirtinê jî tê dîtin. Vekirina firoşgeha Amedsporê li Hannoverê bû dîmenek ji bo sehneyên bîrnebûyî. Alîgirên ku qada ku pîrozbahî lê hatin lidarxistin veguherandin qadeke festîvalê, tekez kirin ku bandora Amedsporê sînoran derbas dike.

Hunermend Hozan Şemdîn û Seyda Perînçek, her wiha futbolîstê berê yê Amedsporê Deniz Nakî jî beşdarî vekirinê bûn. 

Nahît Eren: Amedspor dê li Ewropayê bêtir were naskirin

Di axaftina xwe ya di vekirina dikanê de, Serokê Klûba Amedsporê Nahît Eren tekez kir ku kurdên li seranserê Ewropayê piştgiriya Amedsporê dikin.

Eren got, "Me li Ewropayê dît ku Amed li her derê ye. Me dît ku gelê me li her derê parastina Amedsporê dike. Em dizanin ku Amedspor bi salan e di dilê we de cihek girtiye. Ji îro û pê de, Amedspor dê bi rengên xwe, nasnameya xwe û helwesta xwe li Hannoverê û li seranserê Ewropayê xwe bihêztir bide naskirin."