Amedsporê futbolîzekî din xist nav rengên xwe
PeyamaKurd – Tîma futbolê Amedspor, ji tîma Bandirmaspor gogbazê bi navê Halil İbrahim Sonmez transferî tîma xwe kir.
Tîma Amedspor ku ji bo werza nû ya futbolê xebatên xwe yên tranfersê û bihêzkirina tîma xwe berdewam dike, herî dawî ji tîma Bandirmaspor ku di lîga 2yem a Sor de ye Halil İbrahim Sonmez tevlî qedroya xwe kir.
Sonmez bi merasîme beşdariya Serokê Amedsporê Vechettin Alsaç îmzeya hatina nav Amedsporê avêt.
Sonmez ji bingeha Trabzonsporê tê û di tîmên futbolê yên lîga yekem a Tirkiyê; Konyaspor û Çaykur Rizesporê de jî gog bezandiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin