Amedspor û Çekdar Orhan rêyên xwe ji hev veqetandin

15 tebax 2026 22:34

Amedsporê ragihand ku bi lîstikvanê xwe Çekdar Orhan re bi lihevkirina dualî rêyên xwe ji hev veqetandine. Klûbê ji Orhan re ji ber ked û tevkariyên wî spas kir û di berdewamiya kariyera wî de serkeftin xwest.

Amedspor û Çekdar Orhan rêyên xwe ji hev veqetandin

RûpelNews - Amedsporê ragihand ku lîstikvan Çekdar Orhan ji tîmê veqetiya.

Di daxuyaniya ku ji aliyê klûbê ve li ser medyaya civakî hate parvekirin de hate gotin ku bi Çekdar Orhan re bi lihevkirina dualî rê ji hev hatine veqetandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Orhan bi salan formaya Amedsporê li xwe kiriye û di demên girîng ên klûbê de bûye parçeyek ji tîmê.

Amedsporê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Çekdar Orhan ku bi salan formayê Amedsporê li xwe kir, di serdemên girîng ên kulûba me de bû perçeyekî tîma me û bi têkoşîna xwe ya li qadê û girêdana xwe ya bi kulûba me re tevkariyeke mezin li me kir. Ji ber ked û tevkariyên wî yên ji bo Amedsporê em spasiya Çekdar dikin û di lîstikvaniya wî de serkeftinê jê re dixwazin. Rêya te vekirî be Çekdar.”