Amedspor: Kes ji me re pesnê Fenerbahçeyê nede

20 tebax 2026 14:11

Rêvebirê Amedsporê Nedim Şimşek derbarê transferkirina fitbolîstan de reine li helwesta serok û rêvebirên Fenerbahçe kir û got: "Me 4 an 5 lîstikvan xwestin lê wan nedan me, bila kes pesnê serok û rêvebirên Fenerbahçeyê nede, ji me pêştir kes dostê me nîn e."

Amedspor: Kes ji me re pesnê Fenerbahçeyê nede

RûpelNews - Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi û Rêvebirê Amedsporê Nedim Şimşek derbarê transferên tîmê û rewşa heyî de civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Nedim Şimşek ragihand ku dema pêvajoya transfera hin fitbolîstan bi Fenerbahçeyê re minaqaşa kirine û wiha got:

"Me ji Fenerbahçeyê 4 an 5 lîstikvan xwestin. Lê wan yek jî neda me. Bila kes ji me re pesnê serok û rêveberên Fenerbahçeyê nede. Heke pesnekê were dayîn, divê ew ji bo serokê me, rêveberên me, rahêner û lîstikvanên me be. Ji me pêştir kes ji me re nabe dost. 

Şimşek destnîşan kir heta niha ji bo sezona nû 17 transfer hatine kirin û wiha got:

"Em plan dikin ku sê lîstikvanan beşdarî tîma xwe bikin. Ji bo golavêjekî danûstandinên me didom in. Wî qebûl kiriye, lê menajerê wî tevliheviyê çêdike. Divê rewş di nav çend rojan de zelal bibe. Ev lîstikvanek e ku rêveberê me xwestiye. Heke ew di nav çend rojan de negihîje, planeke me din heye."