Amedspor formaya kesk û sor û zer diyarî Erdogan kir
Serokê Amedsporê Nahit Eren, li Enqereyê serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir. Di hevdîtinê de, formaya Amedsporê ya bi rengên kesk û sor û zer diyarî Erdogan hat kirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Serokomarî (kulliye) rêvebir, rahêneran û lîstikvanên tîmên ku derbasî Super Lîgê bûn ezimand.
Di nav beşdaran de tîma Amedsporê jî hebû.
Serokê Amedsporê Nahit Eren, rahênerê tîmê û lîstikvanên tîmê di hevdîtinê de amade bûn.
Nahit Eren formaya Amedsporê ya bi rengên kesk û sor û zer lê bûn diyarî Erdogan kir.
