Amedspor dixwaze Mauro Icardi transfer bike
Amedspor ku derbasî Super Lîgê bû ji bo transferkirina stêrka Galatasarayê Mauro Icardi, ku peymana wî di dawiya sezonê de bi dawî dibe, dest bi xebatê kir.
RûpelNews - Amedspor ku di Lîga Yekem de bû duyemîn û beşdarî Super Lîgê bû ji bo transferên fitbolîstên nû dest bi xebatan kir.
Tîma kesk û sor ku plan dike bi transferkirina fitbolîstên karîger di Super Lîgê de cîhê xwe mayînde bike, li pey lîstikvanê stêrk ê Galatasarayê ye.
Amedspor hewl dide ku futbolîstê Galatasarayê Mauro Icardi, yê ku peymana wî di dawiya sezonê de bi dawî dibe, beşdarî tîma xwe bike.
Klûba Arjantînî River Plate, li bendê ye û amade ye ku Icardi, yê ku tê payîn ji Galatasarayê biçe, îmze bike. Hat ragihandin ku Amedspor derbarê vê transferê de bi sponsorên cidî re di danûstandinan de ye û dê hewl bide ku lîstikvanê qanih bike. (Çavkanî: Halk Tv)
