Amedspor di xulekên dawiyê de ser ket
Amedspor, li Lîga 1 a Tirkiyeyê de Vanspor li stadyuma xwe kir mêvan û di encama listikê de 1-0 bi ser ket.
RûpelNews - Amedspor û Vanspor di listika hefteya 27an a Lîga Yekemîn a Trendyolê de hatin pêşberî hev.
Nîvê yekem ê listekê ti gol nehatin avêtin û Amedspor jî Vanspor jî bi encama 0-0 çûn bêhnvedanê.
Di nîvê duyem de jî heta xulekên dawî encam neguherî, lê di xulekên zêdekirî yên listikê de lîstikvanê Amedsporê Afena-Gyan golek avêt û tîma xwe li hemberî Vansporê kire 1-0.
Listik bi vê encamê bi dawî bû û Amedsporê bi vê serkeftinê puanên xwe derxist 54an û di rêza 3. de cihê xwe parast.
Her wiha Vanspor jî bi 38 xalê li 10. cihê xwe parast.
