Amedspor bi sê golan di ligê da bu yekem
Amedspor ji bo hefteya yekem a Trendyol Super Ligê li Stadyuma Amedê (Diyarbakır) mazûvaniya Erzurumspor FK kir.
RûpelNews - Tîma kesk-û-sor, bi piştgiriya xurt a alîgiran, dest bi maçê kir û lîstikeke bi bandor û bi zexta bilind pêşkêş kir. Herçend nîvê yekem bê gol bi dawî bû jî, Amedspor di nîvê duyemîn de bi golên ku tomar kirin, kontrola maçê bi dest xist.
Di xuleka 53yemîn a maçê de, Dia Saba tîma Amedsporê 1-0 pêş xist. Saba di xuleka 62yemîn de careke din gol avêt û ferqa golan derxist duyan.
Di xuleka 70yemîn de, Gokhan Gul bi asîsta Samuel Ballet gol tomar kir û encam ji bo Amedsporê anî 3-0.
Amedspor bi vê serkeftina 3-0, di hefteya destpêkê ya Süper Ligê de sê xal bi dest xist û bi saya ferqa golan bû pêşengê rêzbendiyê.
