Amedspor bi nûçeyeke nexweş dest bi lîgê kir

19 tebax 2026 16:19

Piştî serkeftina xwe ya 3-0 li hember Erzurumsporê di hefteya yekem a Lîga Super de, Amedspor ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve ji ber çar hincetên cuda ji bo Komîteya Disîplînê ya Futbola Pîşeyî (PFDK) hate şandin.

Amedspor bi nûçeyeke nexweş dest bi lîgê kir

RûpelNews - Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) derbarê derbaskirinên dîsîplînî yên têkildarî maça Amedspor dijî Erzurumspor a ku di Çarçoveya Sezona Adnan Suvari ya Lîga Super a Trendyolê de hat lîstin, ragihand.

Piştî maça ku di 16ê Tebaxê de hat lîstin û Amedspor bi 3-0 bi ser ket, klûba Amedê ji ber çar hincetên cuda ji PFDKyê re hat şandin.

Li gorî daxuyaniya TFFê, Amedspor ji ber "dirûşmên heqaret û êrîşkar", "bûyerên li ser qadê", "nepaqijkirina derinceyan" û "binpêkirina rêbazan" ji Komîteya Disiplînê re (PFDK) hate şandin.

Erzurumspor jî şandibû PFDKyê

Piştî heman maçê, li dijî Erzurumsporê jî lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.

TFFê ragihand ku Erzurumspor ji ber "reftarên şermezarker û neguncaw" ên di dema maçê de, li gorî Xala 53an a Rêziknameya Dîsîplînê ya Futbolê, şandiye PFDKyê.